Barzanî û cîgirên serokkomarî lidor destipêkirina danûstandinan rêkketin

Barzanî û cîgirên serokkomarî lidor destipêkirina danûstandinan rêkketin

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Cîgirên Serokkomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî li ser çawaniya çareserkirina mijar û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê axivîn û herdû aliyan li ser çar xalan li hev kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku civîn îro roja şemiyê 7ê Cotmeha 2017an lî şîna Mam Celal li bajarê Silêmaniyê hatiye pêkanîn.

Li gorî daxuyaniyê, di vê civîna sê alî de li ser rewşa niha ya Iraqê û çawaniya çareserkirina babet û pirsgirêkên peywendîdar ên bi qada siyasî hatine gotûbêjkirin.

Herwiha hat diyar kirin, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihandiye ku amadebûyên civînê li ser 4 xalên li jêr li hev kiriye.

  • Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên serekî yên Iraqê de ji bo aramkirina rewşê.
  • Civîn li ser ajendaya vekirî bêne encamdan.
  • Demildest rakirina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê.
  • Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.