Barzanî û Cibûrî dê rakirina sizayên ser Herêmê gotûbêj biken

Barzanî û Cibûrî  dê rakirina sizayên ser Herêmê gotûbêj biken

WAAR_Duhok:

Serokê civata nûnerên Îraqê îro seredana Hewlêrê kir û weha biryare digel serokê Herêma Kurdistanê bicive û rakirina sizayan gotûbêj biken.

Erşed Şwanî peyamnêrê WAAR li Hewlêrê ragehand; Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand ku, hewla danûstandineke cidî di navbera Herêma Kurdistanê û rêveberiya navendî ya Iraqê de heye.

Diyar jî kir: Barzanî û Cibûrî dê 3  xalan gotûbêj biken, ya yekê asayîkirina peywendîyên Hewlêr û Bexda, rakirina yekser ya sizayên ser Herêmê û herwisa destipêkirina civinan.
Civata nûnerên Îraqê piştî referandoma 25î Îlonê 13 biryar li dijî Herêma Kurdistanê derkirin, civata serkirdatîya sîyasîya Kurdistanê jî her hemû biryar retkirin, paş selêm cibûrî serokê civatê jî di yadaştekê da pêşnyaza 7 sizayên din li ser Herêmê kirîye.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.