Barzanî: Rê nadin çi alî xwe bi ser Êzîdîyan da bisepîne

Barzanî: Rê nadin çi alî xwe bi ser Êzîdîyan da bisepîne

 

Waar–Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê, cejna Çarşemba Sor ya Kurdên Êzîdî pîroz kir û ragîhand; rê nayê dan çi alî xwe biser Êzîdîyan da bisepînin û biryardan û çarenivîsê Êzîdîyan, tenê di destê wan bixwe daye.

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, peyameka pîrozbahîyê bi helkefta serê sala Êzîdî û cejna Çarşemba Sor belav kir û piştî pîrozbahîyan, têda dîyar kir, Kurdên Êzîdî pişke ji gelê Kurdistanê ye û bi dirêjahîya dîrokê, ji ber nasnameya olî û neteweyî, rastî karesatên mezin bûne, lê pabendibûna wan bi nasnameya Kurdayetîyê û ayînê wan, hemû planên dijî wan hatine jinav birin.

Barzanî da zanîn ku bi xuna pêşmerge, terorîstên Daişê hatine şikandin û Daişê baca tawanên xwe da û serê wan ket bin pên Êzîdîyan û nabe bi çi rengan rê bi çi karesatên din li dijî Êzîdîyan bê kirin.

Serokê herêma Kurdistanê tekez kirîye, gelê Kurdistanê piştevanê Êzîdîyane û rê nayê dan çi alî xwe biser Êzîdîyan da bisepînin û biryardan û çarenvîsê Êzîdîyan, tenê di destê wan bixwe daye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.