Barzanî: Pêwîste gelê Kurd bighêje serwerîya xwe

Barzanî: Pêwîste gelê Kurd bighêje serwerîya xwe

 

Waar–Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê peyamek bi helkefta cejna Newrozê belav kir û têda ragîhand; pêwîste gelê Kurd bighêje serwerîya xwe û xwedan biryar û çarenivîs û jîyana xwe be û her ev jî, bersiva herî baş û mazine ji  bo şehîdan.

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, di wê peyamê da, pîrozbahîyên Cejna Neteweyî û sersala Kurdî, li malbatên şehîdan û hemû gelê Kurd û pêkhateyên olî û neteweyî kirîye û dîyar kirîye ku Adar û Newroz, hêmayê şikandina zulmê û derketina ronahî û jîyanê ne ji bo gelê Kurd û bi wê ramanê tên ku xebat û qurbanîdanê, wê berhem hebe.

Dazanîn jî ku nabe qurbanîdana gelê Kurd, her ji bergirîkirin û ji man û nasnameya xwe heta şikandina terorîstên Daişê, bê encam be û pêwîste gelê Kurd bighêje serwerîya xwe û xwedan biryar û çarenivîs û jîyana xwe be û her ev jî, bersiva herî bi wefa ji bo xuna şehîdan.

Serokê herêmê amaje kirîye jî, qurbanîdana gelê Kurd û qaremanîya pêşmerge û ew ferhenga zengîna bihevre jîyanê, di çavên cîhanê da veşartî nînin, belku niha hemû cîhan şanazîyê bi pêşmerge û gelê Kurdistanê dike, hêvî xwestîye jî ku xelkê serbilindê Kurdistanê, liser xwe ragirîya xwe berdewam bin û guhdarîya çi dengên nesaz nekin ku bixwazin, bawerî bixwe hatin û xwe ragirîyê ji we bistînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.