Barzanî: Êzîdî Kurdên resenin û çi nasnameyên din bi ser wan nayên sepandin

Barzanî: Êzîdî Kurdên resenin û çi nasnameyên din bi ser wan nayên sepandin

 

Waar–Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê ragîhand; Êzîdî Kurdên resenin û çi kes nikare çi nasnameyên din bi ser Êzîdîyan da bi sepîne û ew qebûl nakin çi kes, destê xwe ji bo pêşmerge û Şingalê dirêj bikin.

Kerîm Silêman şîretkarê civata rohanî ya Êzîdîyan bo War ragîhand; îro li Sehêla, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, digel mîrê Êzîdîyan û civata rohanî û kesayetîyên Êzîdî yên Şingal û hemû Kurdistanê kombû û armanca kombûnê, behskirina rewşa deverên Êzîdîyan bû û civata rohanî jî, bi rêya mîrî, daxwazîyên Êzîdîyan di nameyekê da, pêşkêşî serokê herêmê kirin.

Şîretkarê civata rohanî got jî: Barzanî bi aşkereyî gotîye wan, pêşmerge li dijî şerî ne û ew naxwazin şer çêbibe, lê ew qebûl nakin jî, çi kes destê xwe ji bo pêşmerge dirêj bikin.

Serokê herêmê amaje kirîye jî ,ku hêzên pêşmerge hijmareka mezina şehîdan ji bo rizgar kirina Şingalê dane û niha hikûmeta herêmê amade karîyên avakirina wî bajarî dike, lê heta hêzên neyasayî li Şingalê bimînin, civaka Navdewletî amadenîne alîkar be di avakirina Şingalê da.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.