Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê da xuyakirin

Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê da xuyakirin

Serokê Herêma Kurdistanê yê  Mesûd Barzanî di civîna xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê, bûyerên piştî referandûma serxwebûnê û amadebûna xwe ji bo alîkariya çareseriyê aştiyane ji bo pirsa kurdan li Tirkiyeyê kiriye. Herwiha Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê jî daye xuyakirin.

Malper A KDP-Info ragihand ku Serokê Partiya Demokratîka Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesut Tek duh civiyane.

Li gorî nûçeyê, “Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xistiye ser rewşa siyasî li Tirkiyeyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê, Herwiha amaje bi wan astengî û aloziyên kir, ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketin”.

Barzanî jî di wê civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê da xuyakirin.

Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî “şêrtên pêwîst pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand”.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.