Barzanî: Bexda 2 pêşîneyên 500 milyon dolarî dişîne herêmê

Barzanî: Bexda 2 pêşîneyên 500 milyon dolarî dişîne herêmê

dolar

Waar–Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê îro di kongreka rojnamevanî da di gel serok wezîrên Tirkîyê bas li rêkevtina nû ya Hewlêr û Bexdayê kir.

Mesûd Barzanî got: li gorî rêkevtina digel Bexdayê, herêma Kurdistanê rojane dê 150 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi rêya borîyên herêma Kurdistanê bi çavdêrîya kompanîya Somo derbazî benderê ceyhan bikin, li beranber vê jî Bexda dê pêgîr be du pêşîneyên 500 milyon dolarî bo herêma kurdistanê hinêre.

Barzanî got jî, rêkevtina di dema 10 rojên borî da, Hewlêr û Bexda derbarê dosya petrolê îmzakirin.

Li gorî wê rêkevtinê biryare heta roja duşemba bê yekem pêşîne bi gujmê 583 milyon dolaran di rêya frokxaneya Hewlêr ya navdewletî da bighêje herêma Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday