Barzanî berî Referandomê diçe Silêmanî û Helebceyê

Barzanî berî Referandomê diçe Silêmanî û Helebceyê

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro 12ê Îlonê li Kerkûkê bi berpirsên parêzgehê û nûnerên olî yên deverê re civiya, wê berî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê serdana Silêmaniyê û Helebceyê jî bike.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) yê Parêzgeha Silêmaniyê û Helebce Eta Şêx Hesen, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca encamdana civîn û danûstandinên ligel pêkhate û aliyên cuda yên deverê serdana bajarê Silêmaniyê dike.

Şêx Hesen da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di demeke nêzîk de serdana Silêmaniyê bike û civînan ligel nûnerên bajêr re pêk bîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *