Bakurê Kurdistanê: Fermandarekî Tirkîyê hat kuştin

Bakurê Kurdistanê: Fermandarekî Tirkîyê hat kuştin

 

Waar–Duhok:

Li bajarokê Lîcê yê bakorê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên di navbera PKKê û artêşa Tirkîyê da, fermandarek û leşkerek hatin kuştin.

Li gorî agahîyên peyamnêrê War li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê bidest xistine, di encama şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîllayên Partîya Karkerên Kurdistanê û artêşa Tirkîyê da li devera Lîcê ya ser bi parêzgeha Amedê ve du leşkerên Tirkîyê bi giranî birîndar bûn û paşê jîyana xwe ji dest dan.

Peyamnêrê War dîyar jî kir: piştî leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê, ku yek ji wan fermandar bû û yek jî serbaz, herduyan jîyana xwe ji dest dan û piştî wan şer û pevçûnan, artêşa Tirkîyê qedexeya hatuçûnê li 10 gundên Lîcê û Hênê ragîhand û operasyon li dijî PKKê dest pê kir.

Ajanista Sputnîkê jî dîyar kir, ew şer û pevçûn li deverên operasyona Tirkîyê ya di navbera Lîcê û parêzgeha Çewlîgê da çêbûne ku ji 5ê Adarê dest pê kirîye û heta niha jî berdewame. Herweha dîyar kir: sê gerîllayên PKKê jî jîyana xwe ji dest daye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *