Bajêrê MEREŞ ê

Bajêrê MEREŞ ê

 

Mereş bajarekî Kurdan ya ku dikevite herêma Deryaya Spî, bajarekî ku bi dondurme, îsot ango bîberên xwe ya tûj û bi keşkên xwe ve navdar e. Dondurma Mereşê di asta cîhanî de wek fisteqa Entabê hatiye tescîlkirin û pesendkirin ku tameke çandî ye û cî warê wê Mereş e. Kesekî carekê vê dondurmayê bixwe çi carî tama wî ji bîr nake.

Gava Komara Tirkiyê ava dibû cihê destpêkê ye ku dijminên nava xwe bi serhildana xelkî ve, ji bajarên xwe derxistine û bûne remza berxwedana rizgarbûna Tirkiyê. Bajarekî reng û reng e ku tê de Kurd û Tirkmen û ewên eslê wan Qafqas in pêkve jiyan dikin.

  1. bajarê mezintirîn ya li Tirkiyê ye. Hejmara nifûsa vî bajarî ji milyonekî zêdetir e. Li bendê ye ku bibe şaredariya bajarê mezin.

Mirov bi komî berî 30 hezar salan li dewr û berê Mereşê jiyan kirin e lê wek bajêr avakirina Mereşê ji layê şaristaniya Hîtîtiyan ve hatiye kirin. Piştre bi rêzê împaratoriya Asûr, Pers, Roma û Bîzansiyan, Ereb, Selçûkî, Memlûkî, Dulkadiroğulları û herî dawî Osmanî lê deshilat bûne.

Li gorî encamên lêkolîna sala 2010 ê li bajarê mereşê 10 navçe, 52 belde û 476 gund hene. Sê çariyekê Mereşê çiyayi ye. Piraniya wan jî şînkayiyên Deryaya Spî ve hatine xemilandin. Ji layekî dî ve karîgeriya hewa rojhilata welat bi rêka navçeya Pazarcık, hewaya çolî ya rojhilata Anatolya bi rêka Afşîn û Elbîstan û hewaya Deryaya Spî bi navçeyên din li vî bajarî karîger e. Ji ber vê çendê giyayên ku li vî bajarî çê dibin gelek dewlemend û cihereng in.

Bilindbûna ewrazê ji 300 mêtre digêje 3000 metre. Gelek deştên fereh li bajêrî heye. Deştê Gavûr, Mereş, Göksun, Göksûna jêr, Afşîn, Elbîstan, Andırın, Mızmilli û îneklî ne. Çiyayên sereke ya bajêrî jî Çiyayê Nurheq, Bînboğa, Engîzek, Uludaz û Ahırdağı ye. Nêzî 10 rûbarên mezin û biçûk li vî bajarî hene. Bajarê Mereşe bajêrekî ku herî zêde bendên avê lê hatiye çêkirin. 8 Bendav lê hene.

Xelk debara xwe bi çandinî, xwedîkirina sewalan, karên destî ya biçûk û zenaatkarî ve tîne. Bazirganî û sineî zêde pêşnekeftiye. Lê dîsa jî di astekî girîng de karê bazirganî dest bi avadaniya xwe kiriye. Mirov dikare bêje bajarekî ku hêdî hêdî ber bi dewlemendbûnê ve diçê ye. Deşta Pazarcikê di warê çandiniyê de rih dide Mereşê. Di çandinê de herî zêde birinc tê çandin û tê xwarin.

Fistiqê Entabê, genim, nûk, pembû, ceh, fasulî, şêlim, zeytun, findiq, qeysî, Fistiqa Erdî, Fistiqa Qaçê, Sêv, Hêrmî, gindor, tirî, Xurme û bîberê sor  ya navdar ango îsota sor gelek tê çandin.

Li gorî ku tê gotin wateya Mereş wek peyv; ji demê Hîtîtiyan tê. Generalek bi navê Mraj bajêr ava kiriye. Asûrî gotine Markasî, Romayî gotî Germanikya û piştî îslamiyet hatiye Ereb jê re gotine Mer’aş ango Raeşe, piştî ku Tirk hatine vî bajarî jê re gotine Maraş. Wek mana ango wateya peyva Mereş ‘ew cihê ku dihejê ye’. Ji ber ku Geliyê Nîl, Gola Lût, Deşta Amîk û navbera mereşê herêmekî zirzalê ye jê re hatiye gotin Mereş.

Li Mereşê hemû xwarinên ku têne çêkirin xweser in û bi rêbazên taybet têne çêkirin ji ber vê jî ger ez niha li vêre rêz bikim dê wext têrê me neke. Rengê şorbeyên ku li vî bajarî têne çêkirin û tehma wan li ciyekî dî nayê dîtin. Xwarineke wan heye jêre dibêjin Kombe û di firinê de çêdikin û gelek xweş e. Ez bawerim bajarekî ku mitbaxê wê herî dewlemend yek jê li Tirkiyê Mereş e. Ji xwe dondurma Mereşê di asta cîhanî de tê nasikrin ku taybet ji şîrê bizinan çê dikin. Pestîlê Mereşê jî wek şêranî xwedî tehmekî taybet e.

Mirovên Mereşê yên Kurd bi hestiyariya xwe têne nas kirin. Kurdên Mereşê piraniya wan Elewî ne. Di nava civata xwe de ciyekî taybet didine jinê. Di warê rêzgirtina jinan de jî bajarekî bi camêriya xwe hatiye nasîn.

Elbîstan, Göksun, Nurhaq, Onikişubat, Pazarcık, Türkoğlu, Afşîn, Andırın, Çağlayancerit, Dulkadiroğlu û Ekînözü navçeyên Mereşê ne.

 

Medîne Mehmûd

1

Kelha Mereşê

2

Pira Ceyhanê

3

Çîyayê Nurheqê

4

Dondurma Mereşê

5

Îsota tuj ya Mereşê

6

Bajêrê Mereşê

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.