Bajarê AGIRÎ

Bajarê AGIRÎ

 

Waar –Duhok:

Agirî bajarekî di navbera sînora Tirkiye û Rusyayê ye. Bajarê herî rojhilata Tirkiyê ye. Bajarê Agirî navê xwe ji çiyayê herî bilind ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji çiyayê Agirî girtiye. Di sala 1927 an de Agirî bûye parezgeh.

 

Çi qewmên ji Asyayê Navîn hatine ji Agiriyê derbas bûne. Agirî wek deriyê Asya navîn û Anatolyayê û Awrupayê dewra xwe leyîstiye. Lê çi şaristaniyê ku hatiye vê derê ji ber ku vî bajarî wek derî dîtine çi karekî şaristaniyetê ya mayende li vî bajarî bi cî nekirine.

 

Agirî bajarekî temen dirêje. Nêzî 10 hezar sal in mirov xwe lê girtine. Şaristaniya herî xwe bi cîkirî Urartuyan e. Li vî bajarî jî gelek Ermen û Gürcü hebûn. Li gorî riwayetê di demê Îskenderê Makedonî hatine vê herêmê bicîbûne lê piştî Îslamiyet bipêş dikeve hêdî hêdî kêm dibin ji van deran diçin ango di nava şerên olî de têne kuştin.Di dema Xelife Osman de herêma Agirî ji layê hêzên îslamî ve tê bi dest xistin.

Herwesa di demê Osmaniyan de ji vî bajarî re digotin Şarbulak. Demê Ermen li bajêr serwerbûn navê bajêr wek Dêrareş hatibû guhartin.

 

Ji ber ku di Kitêba Cihuyan Tewratê de wek ciyê bûyera Nûh bi navê Çiyayê Ararat tê binavkirin, kesên Awropî jî bo Çiyayê Agirî dibêjin Çiyayê Ararat. Bilindbûna Çiyayê Agirî 5165 m ye.

Türbeyê Ehmedê Xanê ya dîroknas û helbestanê Kurd yê navdar li vî bajarî ye, ligel Qesra Îshaq Paşa ye ku ev qesir xwedî gelek taybetmendiyê ne û her sal gelek kesên xerîb bo dîtina wî tên.

Tevî merkezê 8 navçe li Agirî heye. Navendê Bajêr, Bazîd, Diyadîn, Eleşkîrt, Patnos,Tutak, Taşlıçay û Hamur e.  Çiyayê Agirî bi navserê xwe ya herdem bi befr ji Rusya Îran û ji gelek ciyên dûrî bajêr tê dîtin.

Agirî ji ber ku zivistanan bajarekî gelek sar û havînan jî xelkê wê li zozanên fênikin, cil û bergê Agiriyan stûr û li gorî zivistan û payîzê tên amade kirin. Ji xwe cilên gelerî jî gava mirov balê xwe dide, dibîne ku hemû li gorî heweka sar hatine hûnandin.

Bajarê Agirî bi zozanên xwe ya fereh, bi xwedikirina sewalan, bi xwarinên xwe ya goştî û bi avên xwe ya sar û bi gelek tiştên xwe ve navdar e. Xwarineke goştî ku Tirk jê re dibêjin Bugulama, Goştê Eyarê; nivîşt, pîvaz û dimsa îsot û balîcanan tevî hev dikin û dixine nav postê pezî û goştê xwe jî dixin nav. Vî postî dixine bin erdê ciyekî ya bi nem. Piştre agirek li ser vê axê tê pêxistin û bi vî rengî xwarin tê biraştin.Qeliyê ser sêlê, Masiya Sor, Haşil, Hengel, Erîşte, Kuymak,Kete, Bîşî Erdek, Hasude û gelek xwarinên dî ya ku li ciyên dî nayên çêkirin li vî bajarî hene.

Herwisa Hingiva Spî ya navdar tenê li vî bajarî çêdibe ku ji kulîlkên zozanên Agirî tên bidestxistin. Li dinyayê jî ev hingiv deng vedaye.

Ji ber ku li Agirî zivistan hişk û dirêje hûnandina cilkên erdî ji hirîyê jî wek karekî navdar ya vî bajarî ye. Navê cilkê erdî li vê derê Yemenî ye. Mehfîr, Xurçik, gorên rîs, bluz, destgurk û hwd.

Wekî hemû bajarên ya bi zozan ên Kurdistanê li vî bajarî jî dengbêjî û zêdebûna mirovên dengxweş taybetmendiyeke dî ya sereke vî bajariye. Her zozanekê Kurdistanê, li ber wan pezan, ji devê şivanên me çendî dengên xweş derxistine kes nizane lê nefesê hindek hûnermendan wek zozanên Agiriyê bê dawî, zelal û paqij e.

Her sal bi hezaran kes ji her derê dinyayê tên û serdana vî bajarî dikin. Tenê ji bo dîtina Çiyayê Agirî her sal bi hezaran mirov diçin serdana vî bajarî. Ger berê we kete wî alî divê mirov bo dîtina vî bajarî, ji xwe re çêke.

 

Medîne Mehmûd

1 2 3

BEYAZIT 23

5 6 7 8 9

 

 

 

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.