Bahozên li ser rûyê Neptun û Ûranusê hatin tomarkirin

Bahozên li ser rûyê Neptun û Ûranusê hatin tomarkirin

WAAR_Duhok:

Hubbleya teleskoba fezayê, dîmenê bahozên li ser rûyê hesareyên Neptun û Ûranusê tomar kirin.

Di daxuyaniya Ajansa Asmangerî û Fezayê ya Amerîkan (NASA) de hat destnîşankirin ku di dîmenên dawî yên teleskoba Hubbleyê de, bahozên rengtarî li ser rûyê Neptunê hatine tesbîtkirin. Hat cîgirkirin ku ew bahoza li ser rûyê Neptunê hat tesbîtkirin mezinahiya wê bi qasî 2 qatê rûbera Amerîkayê ye.

Herwiha hat gotin ku cemsera başûr a Ûranusê jî bi “ewrên mezin ên bahozê yên biroqanî” dorpêçkirî ye.

Hat destnîşankirin ku ew bahozên li deverên cihê cihê yên Neptunê ji 4 heta 6 salan tên dîtin piştî û nêzîka 2 salan ji ber çavan wenda dibin.

Hubbleya Teleskoba Fezayê ku NASAyê bi Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) û Enstîtuya Zanista Teleskoba Fezayê (STScl) bi hevkarî bipêşxistiye, ji sala 1990î vir ve di xulgeha cîhanê de çavdêriya fezayê dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday