Bagera Irmayê di du rojan de 290 milyar dolaran zirar gihand Amerîkayê

Bagera Irmayê di du rojan de 290 milyar dolaran zirar gihand Amerîkayê

WAAR_Duhok:

Di nava du rojan de zirarê bagera Irmayê li ser Amerîkayê gihîşte 290 milyar dolarî. Heta niha li eyaleta Floridayê 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û bager ber bi bakurê rojava ve diçe.

Piştî ku hefteyên borî Bagera Harveyê eyaleta Teksasê wêran kir niha jî Bagera Irmayê li Amerîkayê da. Irmayê heta niha 290 milyar dolar zirar li Amerîkayê kir û ev jî ji sedî 1.5ê ekonomiya welat dike. Li eyaletê zêdetirî 6 milyon mal bê elektrîk man û bûyerên talanî dest pê kirin. Dîmênên hinek kesên ku amûrên elektronîk talan dikirin li ser medya civakî hatin parvekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.