Awareyên Mûsil, Hewêce û Şergat ji 500 hezar kesan derbaz bûn

Awareyên Mûsil, Hewêce û Şergat ji 500 hezar kesan derbaz bûn

 

Waar–Duhok:

Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragîhand; ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê, zêdetir ji 500 hezar kesan aware bûne.

Wezareta koç û koçberan di beyanekê da aşkere kir; hijmara awareyên parêzgeha Neynewa, deverdarîya Hewêce li Kerkûkê û Şergat li Selaheddîn, gihiştine 526 hezar û 281 kesan.

Dîyar jî kir, ji wê hijmarê çarsed û şêst û heft hezar û dused û deh kes, yên parêzgeha Neynewa ne, nêzîkî çil hezaran jî yên Hewêce û zêdetir ji hivde hezarên din yên Şergatê ne.

Wezareta koç û koçberan amaje kirîye, di encama şer û pevçûnên berdewam li alîyê rastê yê Mûsilê, awarebûna welatîyên sivîl berdewa me.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.