Asayîşê danpêdanên şeş tawanbaran belav kir

Asayîşê danpêdanên şeş tawanbaran belav kir

 

Waar–Duhok:

Rêveberîya giştî ya asayîşê li Hewlêrê danpêdanên şeş tawanbaran belav kirin, li gorî danpêdanan, wan tawanbaran çend tawanên kuştin û dizîyê kirine.

Asayîşê dîyar kirîye, ku sê ji endamên wî grubê binavê Tariq Ezîz Mehmûd, Mihemed Sabir Ebdulla û Serkeft Kerîm Hemed, dan bi kuştina xudanê nivêsîngeha guherîna pareyan Mehmûd Osman Mihemed Emîn yê nasyar bi Mela Mehmûd kir, amaje jî kir, ku her yek ji Nîzam Şukir, Kawe Mihemed Xzir û Elî Reşîd Nadir endamên wî grubê dan bi hijmareka tawanên dizî û teqe kirinê û birîndar kirina welatîyan kir.

Herwesa da zanîn, ku yek ji tawanbaran bi navê Yunis Hebîb Bawe, revîye û daxwaz ji welatîyan kirîye alîkarbin digel da ji bo girtina wî.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.