Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir

Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir

WAAR_Duhok:

Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşa li Hewlêrê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî Herêma Kurdistanê hatine kuştin.

Deqa daxuyaniyê

Îro li xwaringeheke bajarê Hewlêr bûyereke teqekirinê rû da, mixabin bû sedema jidestdana canê karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û Welatiyekî û birîndarbûna welatiyekî din.

Em di demekê de vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe jî ligel kesûkarê qurbaniyan derdibirînin.

Ev di demekê de ye, welatiyên Hewlêrê û bi taybet dîplomataran dilniya dikin ku rê nadin rewşa aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê were têkbirin.

Lêkolîn jî di bûyerê de destpê kiriye û tawanbaran jî digihin sizaya xwe.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday