Antonio Guterres: Dijîtiya Kurdan sedema aloziyan e

Antonio Guterres: Dijîtiya Kurdan sedema aloziyan e

WAAR_Duhok:

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku çend sedemên aloziya li Rojhilata Navîn hene û yek ji wan jî pirsa kurd e.

 Antonio Guterres di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser rojeva Sûriyeyê de behsa metirsiyên mezin ên li ser aramî û seqamgiriya Sûriye û Rojhilata Navîn kir.Guterrres got: “Şerê sar vegeriya. Lê vê carê bi hestê tolhildanê û bi cudahiyên xwe ve vegeriya. Berî ji bo astengkirina alozî û gengeşeyan mekanîzmayek hebû lê niha ew jî nemane.”

Sekreterê NYê, ji bilî pirsgirêka Filistînê yekemîn car bû ku behsa pirsa kurd û Birayên Misliman jî kir û wiha axivî:

“Hinek faktorên din hene, ku aloziya li herêmê zêdetir dikin. Ew jî helwestên cuda yên li hember rewşa kurdan û Birayên Misliman e.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.