Amerîkayê paketa alîkariyê ya teze bişîne Venezuelayê

Amerîkayê paketa alîkariyê ya teze bişîne Venezuelayê

WAAR_Duhok:

Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku li ser daxwaza Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî yê ku xwe wekî Serokê Dewletê yê berwext îlan kiribû ew ê pakêta alîkariya mirovahiyê ya teze bişîne Venezuelayê.

Robert Palladînoyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê der barê pakêta alîkariya mirovahiyê ya ku wê bişînin Venezuelayê da daxuyaniya nivîskî da.

Palladîno di daxuyaniya xwe da diyar kir ku bersiv dan banga alîkariya acil a Guaîdo û wiha got: “Wezareta Karên Derva ew ê bi piştgiriya Ajansa Pêşketina Neteweyî ya Amerîkayê (USAID) û Wezareta Parastinê da di 16ê sibatê da li Cucutaya bajarê Kolombiyayê pakêta alîkariyê teslîmî Venezuelayê bikin.”

Palladîno destnîşan kir ku pakêta alîkariyê ya dişînin nîşan dide ku çavê Amerîkayê li ser gelê Venezuelayê ye û wiha pê da çû: “Alîkariyê tên şandin ew ê hewcedariya gelê bêçare yê Venezuelayê bibînin.”

Palladîno bangî Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê kir ku ji bo alîkarî bigihêje destê gelê Venezuelayê bira destûrê bide ku pakêt têkeve welêt.

– Li Venezuelayê pirsgirêka “kirîza mirovahiyê û alîkariyê”

Li Venezuelaya ku bi tevliheviya siyasî ya mezin ra rû bi rû maye îdiayên “kirîza mirovahiyê û alîkariyê” di navbera hikûmetê û mixalefeta piştgiriya Amerîkayê û welatên Rojavayî hildaye da sedema şer a herî mezin e.

Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî di 23yê rêbendanê da xwe wekî Serokê Dewletê yê berwext îlan kiribû û di axaftina xwe da gotibû li welêt kirîza însanî heye ji bo çareseriya vê ew ê ji 3 herêman alîkariya mirovahiyê bixwaze.

Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê jî di çarçoveya peymanên bi Kuba û Çînê ra îmze kiribû da 933 ton deman û xurek temîn kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday