Amerîkayê ji bo Iraqê muafiyeta îdxalkirina xaz û nefta Îranê 3 meh dirêj kir

Amerîkayê ji bo Iraqê muafiyeta îdxalkirina xaz û nefta Îranê 3 meh dirêj kir

WAAR_Duhok:

Amerîkayê muafiyeta îdxalkirina xaza siruştî û ceyranê ya navbera Iraq û Îranê, 3 meh dirêj kir.

Endamê Komîteya Têkiliyên Dereke ya Parlamentoya Iraqê Milhan el-Mikotar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Amerîkayê Iraq ji îdxalkirina xaza Îranê muaf kiribû û ev muafiyet 3 mehên din dirêj kir.

Mikotar diyar kir, heke têkiliyên navbera Îran û Amerîkayê di demeke nêz da baş bibin, ew li bendê ne ku qedexeya kirîna xaz û ceyrana Îranê bi temamî rabe.

Iraq ji bo peydakirina sotemeniya santralên ceyranê ji Îranê xazê îdxal dike.

Rêvebiriya Washingtonê piştî ku ji peymana nukleerê ya ku bi Îranê ra kiribû, vekişiya, li dijî Îranê pakêta ewil a tengavkirinê di 7ê tebaxa 2018an da, pakête duyemîn jî di 5ê mijdara 2018an da kiribû dewrê.

Amerîkayê di vê dîrokê da ji bo 8 welatan 180 roj muafiyet anîbû ku Tirkiye û Iraq jî tê da ne.

Ji Qesra Spî roja duşemê daxuyaniya nivîskî hat dabû û gotibû ku ew ê ji bo kirîna nefta Îranê êdî muafiyeta 8 welatan dirêj neke.

Babetên bi vê mijarêve girêday