Amerîkayê firotina çekên eskerî ya 800 milyon dolarî ya ji bo Koreya Başûr pesend kir

Amerîkayê firotina çekên eskerî ya 800 milyon dolarî ya ji bo Koreya Başûr pesend kir

WAAR_Duhok:

Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê firotina çekên eskerî ya 800 milyon dolarî ya ji bo Koreya Başûr pesend kir.

Di daxuyaniya Ajansa Hevkariyê ya Ewlehiya Parastinê ya girêdayî Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê da hat gotin kirîna firokeya 12 MH-60R û ekîpmanan ji hêla Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê va hatiye qebûlkirin û pêşkeşî Kongreyê bûye.

Ji bilî van daxwaza Koreya Başûr ya ji bo 13 radarên eskerî, motora firokeyê ya 25 T-700-GEan, hezar pergala sonarê ya ji bo dîtina tehtelberan, gelek alavên ragihandinê, pergalên lêgerînê û perçeyên yedek jî hatine pesendkirin.

Hat gotin Koreya Başûr ji bo Amerîkayê li Asyayê ji mutefîqên herî girîng yek e, ev alavên hatine firotan jî di çarçoveya berjewendiyên siyasî û ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê da hatine firotin.

Babetên bi vê mijarêve girêday