Amerîkayê bersiva daxuyanîya Erdogan da: Hemû kesên li wê derê bûn bi deng keniyan

Amerîkayê bersiva daxuyanîya Erdogan da: Hemû kesên li wê derê bûn bi deng keniyan

WAAR_Duhok:

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîna rojane ya ku rojev nirxand de, bersiv da pirsa rojnamevanekî ya li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku li ser hatina Minbicê ya fermandarên amerîkî gotibû, ‘Wan hîn şimaqa Osmaniyan nexwariye.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsê keniya û got, “Komîk’ e. Piştî vê bersivê jî li gor ragihandina rojnamevanên li salona daxuyaniyê, hemû kesên li wê derê bûn bi deng keniyan e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana şandeya leşkerî bo bajarê Minbicê û hevdîtina fermandarê payebilind ê amerîkî Paul E. Funk bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ku li wir qesta Tirkiyê kiribû û gotibû, “Ger hûn êrîş bikin, em dê bi awayê agresîf bersivê bidin” gotibû, “Pir eşkere ye ku di emrê xwe de şimaqa Osmanî nexwarine.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.