Amerîkayê baca gumrukê ya ekstra ya li ser Çînê da destpêkirin

Amerîkayê baca gumrukê ya ekstra ya li ser Çînê da destpêkirin

WAAR_Duhok:

Rêveberiya Amerîkayê baca gumrukê ya ekstra ku ji sedî 25an pêk tê û bi qasî 34 milyar dolar digire da ser berhemên ji Çînê tên. Ev baca ekstra wê ji 800î zêdetir berhemên ku ji Çînê tên Amerîkayê, bê sitendin

Gavên ku Amerîka û Çîn di qada bazirganiyê da li hemberî hev diavêjin bazara navneteweyî dike nav fikarê û ev gav mîna “Şerê bazirganiyê yê Amerîka û Çînê” tê hesibandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber “Diziya di qada teknolojiyê da û sepanên neheq ên bazirganiyê” biryar da ku bila li ser berhemên teknolojîk ên ji Çînê tên baca gumrukê ya ekstra ya ji 50 milyar dolar digire bê sepandin.

Li ser daxwaza Trump kar û xebatên di vê qadê da hatin kirin û sepandina qismê ku ji 34 milyar dolarî pêk tê bi saeta herêmî ya Washingtonê di 00.01ê da dest pê kir.

Amerîkayê bi sepandina baca gumrukê ya ekstra ku ji sedî 25 hatibû zêdekirin sektorên îmalat û esmanî yên Çînê ji xwe ra wekî hedef hilbijart. Qismê ewil ê baca ji 34 milyar dolarî pêk tê wê ji ser 818 berheman bê hildan. Di nav wan berheman da makîneyên fraqşûştinê yên bazirganî, firne û makîneyên xaz û hewayê şileyî dikin, turibînên xazê û reaktorên nukleerê jî hene.

Qesra Spî wisa plan dike beşa duyemîn a baca gumrukê ya ekstra ku li ser 300 berhemî wê bisepîne û bi qasî 16 milyar dolar digire jî wê di hefteya sêyemîn a vê mehê da bike rewacê.

Tê payîn ku rêveberiya Çînê jî li hemberî gava Amerîkayê bêdeng nemîne û îro li bergîdana wê gavê sepanên xwe bike rewacê.

Serokê Amerîkayê Trump jî telîmat dabû ku dema Çîn li dijî sepana Amerîkayê gavekê biavêje bila baca gumrukê ya ekstra ya ji 200 milyar dolarî pêk tê, bê sepandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.