Amerîka şanaziyê bi Nadiye Murad dike

Amerîka şanaziyê bi Nadiye Murad dike

WAAR_Duhok:

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew şanaziyê bi keça Kurda Êzidî Nadiye Murad dikin, ku xelata Nobel a Aştiyê a ji bo sala 2018 wergirtiye û diyar kir, ku Nadiye Murad jineke pehlevan e ku li dijî tundûtîjiyê û bo mafê jinan xebat kiriye.

Di konfransa rojnamevanî ya xwe ya roja Sêşemiyê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê çalakvana keç a Kurda Êzidî û wergirê xelata Nobel a Aştiyê Nadiye Murad de ragihand: “Em şanaziyê bi beşdarbûna Nadiye Murad di konferansa ayînî ya wezareta xwe de dikin û ew jineke pehlevan e.”

Heather Nauert da xuyakirin, wê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkarê Mike Pompeo derbarê wergirên xelata Nobel a Aştiyê de gotûbêj kiriye û tekez kir, em şanaziyê bi wê yekê dikin, ku Nadiyeyê ew xelat bi hevbeşî wergirtiye.

Nauert herwiha got: “Nadiyeyê gelek kar kirine, ne tenê bo pêşvebirina azadiya ayînî, lê belê wê bo azadiya jinan jî xebat kiriye û bi taybet jî bo azadbûna ji tawana regezî.”

Nadiye Murad, çalakvana keç a Kurda Êzidî û Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekgirtî roja 5ê Cotmeha 2018ê bi hevbeşî li gel doktorekî Kongoyî xelata Nobel a Aştiyê bo sala 2018ê wergirt.

Heather Nauert got: “Ez nizanim çi gotiye, lê tekez dizanim ku ew kê ye, ew yek ji mêvanên konferansa azadiya ayînî bû ku di wê havînê de birêveçû. Hevdem em şanaziyê bi beşdariya wê dikin. Di vê baweriyê de me cîgirê serok li gel wê dicive, di vê baweriyê de me ku îro be.  Min û wezîr gotûbêjeke kurt li ser wergirên xelata Nobel hebûye û bi rastî em şanaziyê bi wê dikin. Ev xanimeke pehlevan e, ku gelek kar kirine, ne tenê bo pêşvebiirna azadiya ayînî, lê belê bo azadiya jinan jî kar kiriye û bi taybet jî bo azadbûna ji tana regezî.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.