Amerîka jibo kirîna sîstema S-400î hişyarî da Tirkiyeyê

Amerîka jibo kirîna sîstema S-400î hişyarî da Tirkiyeyê

WAAR_Duhok:

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Robert Palladino di brîfînga çapemeniyê ya ku li wezaretê hat lidarxistin da li ser S-400ê ku Tirkiye hewl dide ku ji Rûsyayê bikire sekinî.

Palladino diyar kir ku pozîsyona Amerîkayê di mijara S-400î da neguherî û hewildana ku Tirkiye dixwaze van pergalan ji Rûsyayê bikire, Amerîkayê bi awayekî cidî dixe fikarê.

“Me Tirkiye hişyar kir ku wê transferên wan yên çekan têxe rîskê”

Palladino daxuyand ku di mijara pergala parastina esmanî da wan ji Tirkiyeyê ra teklîf kir ku ew bi hev ra bixebitin û ji bo ku Tirkiye binirxîne wan Patriot û pergalên din teklîf kirin û wiha dewam kir:

“Heke Tirkiye ji Rûsyayê S-400î bikire, me bi awayekî eşkere hişyarî da Tirkiyeyê ku beşdarbûna wan ya bernameya F-35ê wê cardin were nirxandin û di paşerojê da transfera çekên din wê têkeve rîskê. Her wiha di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Tengavkirinê ya Dijminên Amerîkayê (CAATSA) da me gotibû ku kîjan dewlet an jî hemû saziyên taybet û kesên ku wê S-400î bikirin, wê rastî tengavkirinan werin.”

Kongreya Amerîkayê par “Qanûna Têkoşîna Tengavkirinê ya Dijminên Amerîkayê” (CAATSA) derxistibû û li gor qanûnê kîjan dewlet û şirket bi sazî û sazûmaniyên ku bi parastin û îstixbarata Ûris ra têkildar in ra bixebite, wê rastî tengavkirina Amerîkayê werin.

Fermandarê Hêzên Ewropayê ya Amerîkayê (EUCOM) û Fermandarê Payebilind ê Hêzên Mitefîq ên NATOyê Orgeneral Curtis M. Scaparrotti jî duh gotibû ku heke Tirkiye ji Rûsyayê S-400î bikire, divê Amerîka firokeyên  şer ên F-35ê nede Tirkiyeyê.

Babetên bi vê mijarêve girêday