Amerîka ji hebûna Çîn û Rûsyayê ya li fezayê bi fikar e

Amerîka ji hebûna Çîn û Rûsyayê ya li fezayê bi fikar e

WAAR_Duhok:

Ajansa Îstixbarata Parastinê ya Amerîkayê (DIA) di rapora nû ya weşand da eşkere kir ku xebatên eskerî yên Çîn û Rûsyayê li fezayê birêva dibin ji bo serdestiya Amerîkayê ya li fezayê tehdîd e.

DIAya girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê raporeke bi navê “Ceribandinên Ji bo Ewlehiyê ya Fezayê” weşand.

Di raporê da tevlî rewşa ewlehiya fezayê li ser xebatên ku Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur hemberî peykên Amerîkayê û bo moşekên balîstîk û xebatên fezayê dikin jî hat sekinandin û wiha hat gotin: “Bi taybetî jî Çîn û Rûsya ji bo pêbaweriya li hemberî pergalên Amerîkayê yên li fezayê bi cih bûne xirab bikin amûrên nû diceribînin.”

Di rapora DIAyê da li ser xebatên eskerî yên ku Rûsya û Çîn ji bo pergalên şer, çekên bilazer ên çavkanî vejen e û moşekên balîstîk ên dijî peykan jî di nav da bûn hat sekinandin û wiha hat gotin: “Îhtimal e ku Çîn ji bo zirarê bide peyk, sensorên peykan, wan xera bike û tevliheviyê çêbike li ser çekên bilazer dixebite.”

Di raporê da li ser xebatên Rûsyayê jî hat sekinandin û hat gotin ku ew jî ji bo pêşvebirina çekên bilazer xebatên xwe didomîne û ji bo xebatên fezayê jî kar û barên xwe bênavber didomîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday