Amerîka: Em ê nehêlin Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe

Amerîka: Em ê nehêlin Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe

WAAR_Duhok:

 Wezîrê berevaniya Amerîkayê derbarê pêkanîna her cure operasyonekî bo ser hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye hişyar kir.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esper di dema serdana xwe ya ji bo Japonyayê de ji rojnamevanan re ragehand, her cure tevgerekî yek alî ya Tirkiyê cîhê razîbûna Amerîkayê nabe.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê diyar kir, welatê wan li gel Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) berjewendiya xwe heye û êrişa Tirkiyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dê berjewendî û peyvendiyan bixe metirsiyê.

Şandeya Amerîkayê serdana Enqerê kir, ku guftûgo bikin li gel Tirkiyê li ser ava kirina navçeya aram li bakurê Sûriyê. Lê di dawiyê de negeheştin rêkeftinê û guftûgo bi vekirî hatine hiştin.

Lê heman rojê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, dubare gef xwarin ku êrîşeke berfireh a leşkerî dê bikin û hêzên kurd li navçeya rojhilatê Firat a nêzîk sînorê Tirkiyê derbixin.

Babetên bi vê mijarêve girêday