Amerîka: Em dilgiranin derbarê danîna qeyûman li cihê şaredarên

Amerîka: Em dilgiranin derbarê danîna qeyûman li cihê şaredarên

WAAR_Duhok:

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew dilgiran in derbarê danîna qeyûman li cihê şaredarên hilbijartî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus, derbarê jikardûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li şûna wan, axivî û got: Em li hemberî dûrxistina kesên hilbijartî û li şûna wan danîna kesên hilnebijartî, dilgiran in.

Roja duşemê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şaredarên her 3ê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bi tohmeta alîkariya rêxistina terorê ji kar dûrxistin.

Babetên bi vê mijarêve girêday