Amerîka daxwaza hilbijartina pêşwext ji Iraqê dike

Amerîka daxwaza hilbijartina pêşwext ji Iraqê dike

WAAR_Duhok:

Koşka Spî daxwaza hilbijartina pêşwext li Iraqê dike û dibêje: “Divê li seranserê Iraqê tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan were rawestandin.”

Di daxuyaniyekê de, Koşka Spî dibêje: “Iraqî li beramber bihederdana samanên Iraqê ji aliyê Îranê ve û bikaranîna grûpên çekdar bo rêgirtin li azadiya ramanê û vegotina nerînên xwe bi awayekî aştiyane destgirêdayî namînin, Amerîka ji êrîşên ser xwepêşander, çalakvanên sivîl û medyakaran li Iraqê nîgeran e, herwiha ji qutkirina internetê jî li seranserê Iraqê nîgeran e, ligel wêya ku tundûtûjî li beramber wan tê bikaranîn û nikarin bigihin internetê, lê dengê gelê Iraqê hatiye bihîstin ku daxwaza hilbijartin û reforman dikin, Koşka Spî daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, ku dawî li tundûtîjiyên li dijî xwepêşanderan bê anîn û projeya Serokomarê Iraqê Berhem Salih bê cîbicîkirin ku tekezî li pêkanîna reforman di hilbijartinan de û encamdana hilbijartinên pêşwext dike.

Koşka Spî herwiha daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku bi Amerîkayê re bin û piştgiriya pêşerojeke baştir ji bo xelkê Iraqê bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday