Amerîka bi bihayê 2,2 milyar dolarî çekan difiroşe Tayvanê

Amerîka bi bihayê 2,2 milyar dolarî çekan difiroşe Tayvanê

WAAR_Duhok:

Rêvebiriya Amerîkayê qebûl kir ku bi 2,2 milyar dolarî çekan bifiroşin Tayvanê.

Ajansa Hevkariyê ya Ewlehî û Parastinê ya Amerîkayê ku girêdayî Pentagonê ye Kongreyê agahdar kir Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê firotina çekan qebûl kiriye.

Li gor agahiyan Tayvanê bi 2,2 milyar dolarî 108 tankên Amerîkan M1A2T Abramsê û moşekên 250 Stingerê bikire.

Li gor agahiyan di nav çekên hatine kirîn da gelek çekên otomatîk, cebilxane, wesaîtên şer yên Herculesê, wesaîtên neqliyeyê û ekîpmanên curbecur jî hene.

Çîn Tayvanê mîna eyaleteke xwe dibîne û demeke dirêj Amerîka ji Tayvanê ra çekan peyda dike. Amerîka her çiqas bi fermî nas nake jî ji bona parastinê çekan difiroşe.

Chang Tun-hanê Berdevkê Serokatiya Tayvanê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir wê hê jî çekan bikirin û bi Amerîkayê ra ji hêla eskerî va têkiliyên baş deynin.

Babetên bi vê mijarêve girêday