Amerîka Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala dike

Amerîka Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê vala dike

WAAR_Duhok:

Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê ji xebatkatên xwe yên li Balyozxaneya Bexdayê ra got Iraqê biterikînin.

Li ser malpera înternetê ya Balyozxaneyê hat daxuyandin ji ber rageşiya eskerî ya li Îran û Kendava Besrayê xebatkarên di nûnertiya dîplomatîk da dixebitin yên wezîfeya wan acil in ne tê da bila hemû xebatkarên din ji welêt derkevin.

Rêvebiriya Wahsîngtonê hefta borî daxuyandibû hat tespîtkirin Îran û hêzên li herêmê yên li ser navê wê dixebitin li hemberî welatiyên Amerîkayê plana êrîşan dikin. Piştî vê daxuyaniyê ev telîmat hat dayîn.

Balyozxaneyê roja yekşemê daxuyaniyek dabû û gotibû welatiyên Amerîkayê ku dema ew diçin Iraqê bila ji ber rageşiya zêde dibe baldar bin.

Babetên bi vê mijarêve girêday