Akrê.. Dan’emreke 82 salî xwe kuşt

Akrê.. Dan’emreke 82 salî xwe kuşt

WAAR_Duhok:

Dan’emreke 82 salî şevêdî li sinorê deverdarîya Akrê dawî bi jiyana xwe anî, piştî gulleyeka kilaşînkofê li zikê xwe day.
Selam Mişîr peyamnêrê WAARê li Akrê diyarkir: Şevêdî kesekê dan’emir ku di temenê 82 saliyê de bû li mala zavayê xwe li gundê Bakurman yê ser bi deverdarîya Akrê ve, gulleyek li zikê xwe daye û her rast canê xwe ji destda.
Diyar jî kir: Qurbanî ku navê wî Xalid Leşkerî ye berî xwe bikuje çûye dev hevjîna xwe û daxwaza gerden azakirinê jê kirîye paşî çûye bi çekê kilaşînkofê gulleyek li zikê xwe daye.
Peyamnêrê WAARê amajekir: Termê wî dan’emrî jibo bijîşkîya Dad ya Duhokê hatibû hinartin û îro jî dê li goristana gundî bê veşartin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê WAARê wî dan’emrî kesê xwe nemabû, lew demek bû li mala zavayê xwe di jîya, mala ku lê dijîya jî dibêje: Wî nexweşîya derûnî hebû û gelek caran gefa xwekuştinê kirîye.

Babetên bi vê mijarêve girêday