Adil Ebdulmehdî: şandina petrola Îraqê bo sê milyon bermîlan hatîye zêdekirin

Adil Ebdulmehdî: şandina petrola Îraqê bo sê milyon bermîlan hatîye zêdekirin

petrolkurdistanberevdaskdja

Waar –Duhok:

Adil Ebdulmehdî wezîrê petrola Îraqê ragehand, hinartina petrola Îraqê rojane gihiştîye sê milyon bermîlan.

Adil Ebdulmehdî di prêskonfiransekê da got: hijmara hinartina bermîlên petrolê dirojekê da gihiştîye 3 milyon bermîlan hindek demanjî bo 3,2 milyon bermîlan di rojekê da tê zêdekirin.

Navhatî got jî, hijmara hinartina bermîlên petrolê ne cêgire ji ber ku beşek ji wê dahatî bo bikarînanên navxwe diçe, lê bi şêweyekê giştî hinartina wê bo nêzîkî 2 milyon û 500 hezar bermîlan tê zêdekirin.

Li dûv axaftinên wezîrê petrola Îraqê, di gel zêdebûna hinartinê, bihayê petrolê bi şêweyekê bilez hatîye kêmkirin û li bazarê cîhanê bihayê her bermîlekê bo 79 dolaran hatîye kêmkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday