Adil Ebdulmehdî: Me û Pêşmerge li hev kir

Adil Ebdulmehdî:  Me û Pêşmerge li hev kir

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku hikûmeta Iraqê û Hêzên Pêşmerge li ser mijara ewlehiya sînorên Iraqê yên ligel Îran û Sûriyê li hev kirine.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Bexdayê di civîna rojnamevanî de li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dê bi hev re sînorên Iraqê yên ligel Îran û Sûriyê biparêzin.

Adil Ebdulmehdî got: “Li ser mijara paratina sînorên Iraqê yên ligel Îran û Sûriyê ku ji 500 kilometreyan pêk tê, me ligel Pêşmerge rêkevtinek kir.”

Ebdulmedî amaje bi wê yekê kir ku hêsan nîne pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêne çareserkirin û wiha axivî: “Ev pirsgirêk gelek kevn in û kefikê girtine. Lê rojane peywendî û hemahengiya me ji bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Herêma Kurdistanê heye. Bi taybetî I mijara petrol û Kerkûkê de.”

Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku metirsî li ser hinardekirina petrolê heye, lê planên wan heye ji bo metirsî û pirsgirêkê.

Babetên bi vê mijarêve girêday