Derbare me

Em Kîne?

War ji çend dezgehên ragîhandinê pêk hatîye, ser bi kompanîya Palo ve ye, ji bo weşan û ragîhandinê. Ev sazî, di encama daxwaza hindek rewşenbîr û nivîserên Duhokê û bi piştevanîya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li sala 2009ê hatîye damezrandin. Yekemîn berhemê wê rojnameyeka rojane bi navê War bû ku li 1/10/ sala 2009ê hijmara wê ya yekê hat weşandin. Sazîya War ji van beşan pêk hatîye:

1.Televizyona War.

2.Televizyona Warspor: ji ber rewşa darayî weşana wê rawestîya ye.

3.Rojnameya War: ji ber rewşa darayî li 15/10/ 2015 weşana wê hatîye rawestan din.

4.Radyoya War.

5. Govara mehane; Zînê War: ji ber rewşa darayî weşana wê rawestîya ye.

6. Govara dîrok War.

7. Wêbsaytê War.

Armanca sazîya War eve: Dezgeheka nîştîmanî û neteweyî ye bo ragîhandinek serbixwe û pêgîrî bi dozên neteweyî û nîştîmanî û mirovî li Duhokê hat damezrandin, dîtineka berfireh tir û seranserî ji medya partîyekê dûr daku bikaribe bibe pireka neteweyî û nîştmanî digel parçeyên din yên Kurdistanê.

Me bawerî heye, mirov senterê hebûnêye û pêwîste hemî hizir û gotin û reftar bo xizmet û pêşxistina wê bên bikar anîn, herwesa me bawerî heye çi berhemê mirovî ji mirovî bihatir nîne û neraste ku bi her navekî mafên mirov bên pêşêlkirin yan rê li ber azadîya mirovan bê girtin yan jî yeksanîya mirovan bikeve ber gomanê. Me bawerî heye ku sîstemê demokrasî yê, sîstemê herî başe ji bo civakeka modern û sîyaseteka rast û rû li paşerojê. Demokrasî li welatê me li qonaxên destpêkê ye û War dê hewl bide bi hemû hêza xwe ve, beşdarîyê di belavkirina rewşenbîrîya demokratîk da bike, bi taybet, binemayên bihevre jîyanê û hevdu-qebûlkirinê di civaka Kurdistanê da, hebûn û lehîya tundrewîya dînî nikare bibe kûltûrê Kurdistanê.

Em dixwazin bi rengekî modern û zanistî û rastgoyî û li gorî qanûnên hene û rewiştê giştî, zanyarîyan û bûyeran û boçunan bighînîn û bibin ciyê bawerîya xelkê, weku çavkanîyên buyerên rojane li nav xwe û derveyî welat.

Kurd û Kurdistan, netew û welatekî parçe kirî ye û herdu ketîye ber fişara dewletên neteweyî û şovînîzma neteweyên serdest, û ev zêdetire ji sedsalan Kurdistanî xebatê bo rizgarkirina Kurdistanê û azadîya Kurdistanîyan dikin û ev xebateka rewa û mirovî ye, çunkî bo azadîyê û yeksanîyê û parastina rûmeta mirovan e.

War dê parçeyek be ji vê xebatê, bo herdu armancên pîroz dê wan rêkên pesend û mirovî bikar bîne.

War, dixwaze zêdetir ji zimanekî biaxive û bîner û gohdar û xwendewarên xwe li seranserî cîhanê hebin û bibe pireka Kurdistanî di gel cîhanê. Me bi werzişê û zimanê Erebî destpêkir û niha li malperê, bi zimanên din jî dê bi axivin.

Me bawerî heye, kesên azad û demokrat, wê bikaribin mafên xwe û mafên mirovan biparêze, lewra deriyê War, ji bo hemu sazîyên wê bo beşdarîya weyên hêja vekirîye, taybet ewên dixwazin kesanîya Kurdistanîyan li ser rewşenbîrîya demokrasîyê ava bikin û berhingarî tundî û dijwarîya ku li deverê peyda bûye bibin. Ji ber rewşa niha ya aborî û şerê Daişê li herêma Kurdistanê, hindek beşên dezgeha War hatine rawestandin û yên ku mane, dê hewl bidin wê valahîya ku heye tije bikin.

Ji bo dîtin û gohdarkirin û xwendina me, hûn dikarin bi van rêyan xwe bighînin me û werin civata me:

Televizyona War: waarmedia.com/latini/tv

Radyoya War: waarmedia.com/latini/radio

Malpera War: www.waarmedia.com

Ji bo peywendî û hevbendê:

Adrês: Duhok – cada Barzan

Telefon:

Email: [email protected]

Civata kargêrîya War Duhok