7emîn Filmefestîvala Nêvdewletî ya Duhokê bi dawî bû

7emîn Filmefestîvala Nêvdewletî ya Duhokê bi dawî bû

WAAR_Duhok:

Di rêûresmeke taybet de 7emîn Filmefestîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filmefestîvalê hatine parvekirin.

Filmefestîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê vê mehê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.
Pitrî 120 hunermend ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa û welatên Erebî pişikdarî di 7emîn Filmefestîvala Duhokê da kirbû û berhemên sînemayî ji heftê û çar welatên cîhanî têda pişikdar bibûn.
Her dîsan, di 8 rojên filme festîvalê da 112 film hatine nimayişkirin û 50 ji wan filmên Kurdî bûn, herwesa 55 filman hevrikî li ser wergirtina xelatan kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday