Li Sêrtê çêkirina dimsê( doşav) Îskamboyê dest pê kir

Li Sêrtê çêkirina dimsê( doşav) Îskamboyê dest pê kir

WAAR_Duhok:

Li Ormanbagiya gundê Şîrvana navçeya Sêrtê ji bo dimsê bi navê Îskamboyê bê çêkirin tiriyê di nav rezan da hat birîn û agirê binê sîtilan hat dadan.

Şêniyên gundê Ormanbagiyê tiriyê di nav rezan da dibirin, tînin dikin telîsan, tê da digivêşin û şîreya tirî temîn dikin. Çêkirina dims di vê merheleyê da namîne û ew şîreya tê derxistin di sîtilên mezin da tê kelandin.

Kelandina şîreyê di sîtilên li ser tenûran da bi qasî saetekî dewam dike û paşê dibe dims. Dimsê teze yê di sîtilê da bi rengê xwe balê dikşîne û ji ber bêhnê jî dilê mirov dixwaze.

Li gundê Ormanbagiyê hemû gundî bi qasî mehekê ji bo çêkirina dims dixebitin û bi pereyê jê tê jî debara xwe dikin. Ji çêkirina dims salê bi qasî 600 hezar lireyî pere ji gundiyan ra tê.

Dimsê ku di sîtilên li ser tenûrên taybet tê çêkirin da serê sibehê berî xwîrînê tê vexwarin, tehmeke xweş dide devê mirov û heta demekê mirov birçî nabe. Ji ber van taybetiyên xwe û ku mirov li ser xwe dihêle li bajêr jî ji dims gelek tê hezkirin.

Ji şêniyên gund Veysel Yogruş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew tirî ji nav rez dibirin, li deverekê kom dikin û ji bo şîreya wê derxin dikin hundirê telîsan û digivêşin.

Yogruş got ku ew bi qasî saetekî şîreya tirî dikelînin û wiha pê da çû: “Piştî ku hat asta dims em sîtilê ji ser tenûrê radikin û ji bo sar bibe datînin derekî. heta saet 03.00yê şevê ev kar dewam dike. Serê sibehê jî em di saet 06.00î da dest pê dikin. Ev kar heta mehekî wiha dewam dike.”

Li gundê Ormanbagiyê li gor tiriyê di nav rezan da salê bi qasî 30 tonî dims tê çêkirin û 600 hezar pere jê ji bo gundiyan tê.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.