Japon: Ji sedema lehî yê 100 kesan canê xwe ji dest da

Japon: Ji sedema lehî yê 100 kesan canê xwe ji dest da

WAAR_Duhok:

Li rojava û naverasta Japonyayê hejmara kesên ku di lehî û hezazan da jiyana xwe ji dest dan derket 100î.

Li Japonyayê ev çend roj in baraneke zêde dibare û taybet jî li herêmên rojavayê wî welatî di encama vê barana zêde de lehî rabû.

Berpirsên wî welatî ragihandin ku heta niha 100 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha hat ragihandin ku ji hêzên parastina sivîl, polîs û ewlekariya peravan 73 kes beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne û hat gotin ku 23 hezar kes jî li navendên tehliyekirinê hatine bicihkirin.

Berpirsan ragihandin ku li 11 herêman nikarin av bidin 267 xaneyan, rê hatine girtin û trên nikarin seferên xwe bikin.

Li herêmên wekî Hîroşîma, Ehîme, Okayama, Yamaguçî, Kyoto, Gîfu, Şîga, Hyogo, Koçî û Fukuokayê di lehî û hezazan da însan mirin.

Li vî welatî li 19 herêmên ku di bin tesîra taviyê da mabûn, ji bo 5,9 milyon kesî emir an jî pêşniyaza texliyeyê hatibû dayîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.