55 sal e ava sûsê çêdike

55 sal e ava sûsê çêdike

WAAR_Duhok:

Hecî Nacî Okkeşê ku li Rihayê dijî, 55 sal e ava sûsê çêdike.

Okkeşê 66 salî li taxa Kurtuluşê ser kuçeyeke dîrokî di dikana xwe ya 15 mêtreqareyî da ava sûsê ya bitehm çêdike. Okkeş di zaroktiya xwe da li ber destê hosteyan çêkirina ava sûsê hîn bû.

Okkeş ji wê demê pê va navdar bû û çêkirina ava sûsê hînî zarokên xwe jî kir.

Okkeş vê gavê jî bi bi piştgiriya zarokên xwe 55 sal e di mehên remezanê da ava sûsê çêdike û bi taybetî li kesên ku di germê da rojiyê digrin, di fitarê da bi ava sûsê hênik dibin û tîbûna wan dişkêne.

Hecî Nacî Okkeş got ku ew çêkirina ava sûsê ji hosteyên meşhûr ên şerbetfiroş hîn bû.

Okkeş diyar kir ku ava sûsê şerbeteke siruştî ye û wiha dewam kir, “Koka sûsê li navçeya Bîrecîkê hêşîn dibe. Piştî ku li wê derê tê berhevkirin, dişînin Kahramanmaraşê û li wê derê hûr dikin. Em pêşiyê dişon, di teyştan da radixin û cemedê datînin ser wan. Bi helîna cemedê va koka sûsê tehm û rengê xwe dide û ava sûsê jê çêdibe.”

Okkeş got ku divê ava sûsê bicemide û timî sar bimîne.

Okkeş diyar kir ku ava sûsê di meha remezanê da pir tê vexwarin û wiha dewam kir:

“Ji bo tenduristiyê jî şerbeteke baş e û pir feydeyên wê hene. Ji ber ku herêma me pir germ dibe, di mehên remezanê da eleqeya ser ava sûsê pir zêde dibe. Carinan nêzî fitarê di firotina ava sûsê da dor çêdibe. Tehmeke wê ya cuda heye. Ji ber vê merivên herêmê pir jê hez dikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday