41 emin Sempozyuma Nevnetewî ya Legeryan û Şunwarê tê lidarxistin

41 emin Sempozyuma Nevnetewî ya Legeryan û Şunwarê tê lidarxistin

WAAR-Duhok:

Sempozyuma Şunwarê Rêkeftina Sponseriyê bo Qela Zerzevanê Li zanîngeha Dicleyê bi piştgiriya Wezareta Çand û Geştiyarîyê 41 emin Sempozyuma Nevnetewî ya Legeryan û Şunwarê tê lidarxistin. Sempozyum wê 5 roja berdewam bike û nezî 450 gotar bêne pêşkeşkirin. Herwiha ji derveyî welêt û tevahîya Tirkiyeyê nezî 2 hezar kes beşdarî vê sempozyumê dibin. Cihgirê Wezirê Çand û Geştiyarîyê Nadir Aslan di destpêkê de axaftineke kir û balkişand ser dirok û kevneşopiya Anadoluyê û taybet ya Amedê. Nadir Aslan destnişankir ku ji bo ku şunwar bi zutirin derkevin holê wê xebatan bi 12 meha bê pêkbîbnîn. Mamosteyê zanîngeha Dicleyê İrfan Yildiz ji waarê re behsa armanca vê sempozyumê kir.
Muhamed Şerif Azarkan ji weke mêvan beşdarî sempozyumê buye û ew ji behsa giringiya vê sempozyumê ji bo xwendevanan dike. Ji aliyê din ve şunwarnasên beşdarî vê sempozyumê buyîn wê fersendê bibinin ku cihên şunwarî lêkolîna bikin. Herwiha ji bo ku piştevanîya lêkolinên Qela Zerzevanê rekeftina sponseriyê ji hat destnişankirin. Şerikeya Safir Tuz ê ev Sponserî qebulkir û li Qela Zerzevanê di navbera Cihgirê Wezirê Çand û Geştiyarîyê Nadir Aslan û xwediyê şerikeya Safir Tuz ê Nihat Ozpinar de hat destnişankirin. Nihat Ozpinar ji waarê re behsa nevaroka vê rêkeftinê kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday