30 karmendên din yên Tirk yên li qonsolxaneya Siûdî a Stenbolê de di xebitin dê bergirîye bidin

30 karmendên din yên Tirk yên li qonsolxaneya Siûdî a Stenbolê de di xebitin dê bergirîye bidin

WAAR_Amed:

Li gor agahîyan di çarçova lêkolîna çarenûsa rojnamewanî Siûdî Cemal Qaşiqçî 15 karmenden Tirk yên li qonsolxaneya Siûdî a Stenbolê de di xebitin ser biryara dozgerîye çûn dadgeha Stenbolê û li wêdere bergirîya xwe kirin.

Herwiha 30 karmenden din yên Tirk jî ve di ve çarçovede biçin dadgeha Stenbole û bergirîya xwe bikin û agahîyan bidin dadgehe. Jibo çarenûsa rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî ku piştî 2ê ve mehê çûna wî bo nav avahiya qonsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê ti zanyarî li ser çarenûsa wî nehatibu zanîn belê hukumeta Siûdî kuştina wî sererast kir.

Şandeya ku jibo delîla kom bike li qonsolxaneye legerîn pekanîn û ev kel û pel an delîlen ji qonsolxaneye dest xistî jibo lekolînan biribun laboratuvaren mudurîyeta polîsan ya Stenbolê û niha lêkolîn berdewam dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday