110 parlementerên Îraqê îmza bo vegerandina leşkerkirina bi zorê kirîye

110 parlementerên Îraqê îmza bo vegerandina leşkerkirina bi zorê kirîye

 

Waar –Duhok:

Lijna asayîş û bergirîyê li civata nûnerên Îraqê radigihîne; wê îmzayên 110 perlemantaran bo darijtina qanûnekê bo leşkerkirina bi zorî li Îraqê komkirîne.

Îskender Wetut endamê lijna navhatî got: ji sercemê 328 perlemantaran, 110 perlemantaran îmza bo vegerandina leşkirkirina bi zorê li Îraqê kirîye, piştî ku maweyê 11 salan li ser ragirtina wê derbazbûye.

Dîyar jî kir, ew dibînin pêdvîye leşkirkirna bi zorê li Îraqê careka din bê tevgerandin bo berhingarbûna gefa Daişê li ser welat.

Lijna asayîş û bergirîyê pêşnîyar kirîye, maweyê xizmeta bi zorê di supayê Îraqê ji neh mehan heta 23 meha be.

Piştî şerê azadîya Îraqê, li sala 2003 ê, qanûna leşkir kirina bi zorê li Îraqê hatibû hilweşandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday